Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser 9 Zarokên Sêwî yên DAIŞ'ê Radestî Rûsya Kirin


Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê îro Çarşemê 9 zarokên sêwî yên DAIŞ’ê radestî şandeke Rûsî kirin.

Bi vê mebestê Şandeya Rûsî ya bi serkêşya Alîgirê Serokê Ofîsa Komîserîya Mafên Zarokan a Serokê Federasyona Rûsyayê Sergei Igorevich seredana Desteya Têkilîyên Derve ya Rêvebirîya Xweser li bajarê Qamişlo kir.

Piştî pêşwazîyê ji alîyê Cîgira Hevseroktîya Desteya Têkilîyên Derve Ebîr Êlîya, preskonferansek li dar ket û her du alî belgeya radestikrinê îmza kir.

Êlîya di preskonferansê de dîyar kir ku wan di çarcoveya dosya Zarokên DAIŞ’ê yên bîyanî de 9 zarokên sêwî, ku temenê wan di navbera 9 û 16 salî de ne, radestî şandeya Rûsî kirin.

“Pêdîvî ye Rûsya ne tenê di warê radestkirina zarokan de têkilîyê bi Rêvbirîya Xweser bike, divê xebatên hevbeş di derbarê çareserkirina pirsgirêka DAIŞ’ê bi giştî hebe.”

Sergei Igorevich jî spasîya Rêvebirîya Xweser kir û got ku hikûmeta Rûsya wê bi berdewamî zarokên DAIŞ’ê yên Rûsî wergire.

Hêjaye gotinê ye ku ev koma hêştan ji zarokên DAIŞ’î yê û hikûmeta Rûsî heta niha 244 zarok wergirtine ku temenê wan di navbera 3 heta 16 salî de ne.

Piştî bûyera girtîgeha Al Sînaa ya bajarê Hesekê Rêvebirîya Xweser careke din bang li civata navnetewî kir ku hemwelatîyên xwe wergirin.

ZO_02_23_2022_Rûsya_Zaokên_DAIŞ
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:51 0:00
XS
SM
MD
LG