Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyonên Leşkerî yên Rûsî li Nava Axa Ukrayna Didomin


UKRAINE-CRISIS/
UKRAINE-CRISIS/

Hêzên Rûsî roja Pêncşemê bi rêya bejahî, esmanî û deryayî êrîşê Ukraynayê kirin, , ku ev li Ewrupayê ji dema Şerê Cîhanê yê Duyê vir ve êrîşa herî mezin ya dewletekê li dijî dewletek din e.

Rûsya bi mûşekan êrîşî ser bajarên Ukraynayê kir. Hikûmeta Ukraynî ragihand ku hêzên Rûsî ji ser sînorên wê ketin herêmên rojhilata Chernihiv, Kharkiv û Luhansk, û ji ser rêka deryayî daketine bajarên bendergeha Odessa û Mariupol ya li başûr.

Serokê Rûsyayê Vladamir Putin biryara şer bi daxuyanîyeke televîzyonî de ragihand û got ku wî jibo parastina gel fermana operasyoneke leşkerî ya taybet daye.

"Jibo vê jî emê jibo bêçekkirin û paqijkirina Nazîyan ji Ukraynayê tekoşînê bikin.Rûsya jiber metirsîyeke domdar ya ku ji axa Ukrayna derdikeve, nikare xwe ewle hês bike, bi pêş bikeve û bijî. Hemû berpirsîya rijandina xwînê wê li ser wijdana rejîma desthilatdar li Ukraynayê be." Putîn got.

Li paytext Kîevê berî danê sibehê dengê peqînan hat bihîstin. Li nêzî balafirgeha serek dengê çekan hat û sîren li seranserê hat bihîstin.

Serokê Ukraynayê Volodymur Zelenskîy got ku armanca serokê Kremlînê Vladimir Putin têkbirina welatê wî ye.

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba jî got ku bajarên aştîxwaz yên Ukraynî di bin êrîşan de ne.

“Ev şerê dagirkerî ye. Ukrayna wê xwe biparêze û wê bi ser bikeve. Dinya dikare Putîn rawestîne û divê wê yekê bike. Êdî dema çalakîyê ye."

Li gor raporên destpêkê, Ukrayna ragihand ku herî kêm 8 kes di encama topbarana Rûsyayê de hatine kuştin û sê nobedarên sînor jî li başûrê herêma Kherson hatine kuştin.

Artêşa Ukraynî ragihand ku wan 4 tankên Rûsî li ser rêyeke li nêzîkî Xarkovê hilweşandine, 50 leşker li nêzîkî bajarokek li herêma Luhanskê kuştine û 6 firokên şer ên Rûsî li rojhilata wê xistine xwarê.

Rûsyayê ev ragihandinan red kir û cudaxwazên ku Rûsya piştgirîya wan dike îdia kir ku wan du li firokên Ukraynî xistine.

Sê saetên piştî fermana Putîn, wezareta berevanî ya Rûsî got ku hêzên wê binesazîyên leşkerî yên li bingehên esmanî yên Ukraynî û berevanîya wê ya esmanî têk birine.

Berî niha medyaya Ukraynayê ragihandibû ku navendên fermandarîya leşkerî li Kîev û Xarkiv li bakur-rojhilat bi mûşekan hatine armanc kirin û hêzên Rûsî jî ketine bajarên bendergeha Odessa û Mariupolê li başûr.

Rûsyayê ragihand ku ew hemû keştîyên li Deryaya Azov daye rawestandin. Rûsya tengava ku ber bi deryayê ve diçe kontrol dike ku li Ukrayna benderên Mariupol jî hene.

Ukrayna bang li Tirkîyê kiribû ku nehêle keştîyên Rûsî ji tengava ku Deryaya Reş bi Deryaya Sipî ve girêdide derbaz bin.

XS
SM
MD
LG