Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje dê Rûsya Bersiva Rêgirtina li Keştîyan wê Bide

Russia Navy Drills
Russia Navy Drills

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro Çarşemê ragihand ku eger welatên Ewropayê dest deynin ser keştîyên bazirganîyê yên Rûsyayê, ew ê bersivê bidin.

Fermandarê Hêza Deryayî ya Pasîfîk a Rûsyayê jî got ku hêzên Rûsyayê amade ne keştîyên biyanî rawestînin.

Gotinên Putin li ser keştîya şer a Varyag hatin. Ew piştî wê yekê axivî ku Yekîtîya Ewropayê (YE) zextên li ser keştîyên Rûsyayê zêde kirine, cezayên nû danîn ser bi sedan keştîyan, û dest danîne ser hin keştî û xebatkarên wan daku wan kontrol bikin.

Hin hikûmetên Ewropayê got ku ew dixwazin gavên tundtir bavêjin da ku rê li ber keştîyên Rûsyayê bigirin yên ku qanûn û cezayan binpê dikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG