Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Em ji bo Kalînîngradê Amade ne Çekên Navokî bi Kar Bînin

Rûsyayê hişyarî da NATO’yê û got ku eger hevalbendîya Rojava hewl bide ku têkilîya Kalînîngradê, ku herêmeke Rûsyayê ya nêzîkî Deryaya Baltîkê ye, bibire, ew amade ne çekên navokî bi kar bînin.

Rûsyayê di belgeyeke ku ji NATO’yê re şandîye û ajansa Reutersê jî dîtîye de, welatên Rojava tawanbar kirin ku "rêyeke xeternak û serserî" dimeşînin û ev yek "metirsîyeke mezin a derketina şerekî rasterast" çêdike.

Di heman belgeyê de hat destnîşankirin ku di nav vê metirsîyê de îhtîmala "lêdana Rûsyayê ya li ser navendên biryardanê yên welatên endamên NATO’yê" heye, ew jî hema di destpêka şer de.

Herwiha di belgeyê de hat gotin: "Eger welatên NATO’yê hewl bidin ku herêma Kalînîngradê ji Rûsyayê biqetînin, Rûsya amade ye ji bo berevanîya axa xwe hemû hêz û îmkanên xwe, di nav de jî çekên navokî, bi kar bîne."

Ji bilî vê hişyarîyê, balyozxaneyên Rûsyayê yên li sê welatên Ewropî di sê rojên dawî de daxuyanî dan.

Wan got ku NATO bi rêya rahênanên leşkerî û senaryoyên li ser Kalînîngradê, alozîyê zêde dikin.

Rûsyayê herwiha îdîayên welatên Rojava yên ku dibêjin "Rûsya ji bo Ewropayê metirsî ye" red kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG