Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîmav Hisên: Dixazim Strana Kurdî bi Ciwanên Kurd ve Şêrîn Bikim


Huner ne sînor ne jî temenan nas dike, ew di dil û serê mirovan de çêdibe û bi hest tê afirandin û belav dibe. Keça kurd ya ciwan Sîmav Hisên vî tiştî pesend dike bi behreya xwe ya afrîner , ku karîbû bi dengê xwe li ser medya civakî bala hezarên şopîner û bîneran bikşîne.

Sîmav ki bajarê Hesekê li herêma kurdî li Sûriyê jidayik bû.

Malbata Sîmav hezkiriyê hunerê ne, ji ber wê jî wan rê li ber wê vekirin û piştevaniya wê kirin.

Ji ber şerê Sûriyê, Sîmav û mabata xwe neçar bûn û ji welat barkirin bi aliyê Almaniya ku nuha li wir dijîn.

Sîmav bi awayekî asan û nerim dest bi belavkirina stranên kurdî yên resen kir ji hunermendên navdar re mîna Aram Tîgran, Hozan Serhed û Ciwan Haco û hinî din, bi gîtar û kamîra telîfona xwe karîbû giyanê van strana careke din geş bike û hezkiriyê wan zêdetir bike.

Sîmav ji Deng û Reng re got: "Ez dixwazim, strana kurdî bi nifşê xwe re par vekim û xweşikbûna wê diyar bidim."

please wait

No media source currently available

0:00 0:13:21 0:00

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG