Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moussa Sullaiman: Divê Filmê Kurdî Têkeve Bazara Sînema


Moussa Sullaiman
Moussa Sullaiman

Hunermend û lîstikvanê TV, şano û sînema, Moussa Sullaiman, ji nav komkên şano yên Kurdî li Qamişlo dest bi xebatên lîstikvanîyê kir.

Ew dem komên Newrozê yên Kurdên Sûrîyê mîna navendên hunerî bûn, tevî ku rejîma el Ba'asê ew qedexe kiribûn lê dîsa jî di rojên Newrozan de şano, stiran û dîlan pêşkêş dikirin.

Hunermend Sullaiman li zanîngeha Şamê, beşê zanistên civakî, xwendina xwe qedand û piştre ji Sûrîyê derket û li welatê Elmanyayê bi cî bû.

Di sala 2008'an de bi ROJ TV re kar kir lê ne li pêş kamêreyê.

Bi behreya xwe ya balkêş û karekterê xwe yê taybet wî dikarîbû cihê xwe di nav rêzefilmê Elmanî "4 Block" bigire û balê bikşîne ser hunera xwe wekî lîsitkvan.

Sullaiman heta nuha ti rol di filmên Kurdî de nelîstiye, û ew wê yekê şîrove dike, ku filmên Kurdî hîn derbazî bazara sînemaya cîhanî nebûne. Ya din jî, ew dibêje, bandora siyasî pir li naveroka piraniya wan dike, li gor wî divê ku çêkirina film bi awayekî pirpor be û ya din jî ne hilgirê peyamên siyasî yan îdyolojî bin.

Deng û Reng- Moussa Sullaiman -09-19-2022-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:03 0:00

XS
SM
MD
LG