Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ekrem Heydo:Belgefîlm Çîrokên Rastîn li Ser Ekrana Sînema Nîşan Didin


Ekrem Heydo
Ekrem Heydo

Derhênerê Kurd Ekrem Heydo piştî serekeftina belgefîlmên wî Helebçe û Bihuşta Min, amadekarîya belgefîlmeke din bi nav Pirek ji bo Rojava kirîye, ku di festîvala Berlînê ya fîlmên Kurdî de nîşan dide û bi wergrea Îngîlîzî jî li welatên din belav dibe.

Ev belgefîlm ji berî belavbûnaCOVID-19 hatibû kişandin û li ser karbibû li herêmên Kurdî li bakurê rojhilata Sûrîyê ya ku bi nav dibe Rojava, lê jiber rawestandina çûnûhatinê ew li paş ket.

Fîlm li ser projeya şaredarîya Berlînê ava bibû, ku wan serdana bajarê Dêrikê kiribûn ku di nav Berlîn û Dêrikê de pêwendîya hevaltîya bajaran saz bikin û di heman demê de jî çavdêrîya rewşa herêmê bikin ku rastî gelek astingîyan tê.

Sê beşên serekî di fîlm de nîşan dibin: Hevaltîya bajarên Berlîn û Dêrikê, zuhabûna avê li heremê û miçiqandina kanî û rûbarên avê bi taybetî li Serêkanîyê jiber fişar û gefên Tirkîyê û ya din jî dîwarê di navbera Sûrîyê û Tirkîyê de ku hikûmeta Tirkîyê jibo veqtandina herêmê ji hev ava kiriye.

Heydo dibêje ku xweşî û girîngîya belgefîlman ew e ku tu bi hêsanî û awayekî rasterast çîrokên balkêş tîne nav sînema û bi devê xelkê wê dibêjî.

XS
SM
MD
LG