Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîsî Piştî Çar Salan Li Misirê Cara Yekê Rewşa Awarte Ra Dike


Serokê Misrê Ebdulfetah el-Sîsî
Serokê Misrê Ebdulfetah el-Sîsî

Serokê Misirê Ebdulfetah el-Sîsî roja Duşemê dîyar kir ku rewşa awarte ya li welêt ewê piştî çend salan cara yekê were rakirin.

"Misir li herêmê bûye qada ewlehî û aramîyê. Jiber vê yekê biryar hat girtin ku, piştî çend salan cara yekê dirêjkirina rewşa awarte li hemû cîhên welêt were betalkirin," Sîsî ji ser Facebook'ê dîyar kir.

Misirê di Nîsana 2017'an de piştî teqînên kujer yên dijî dêran rewşa awarte ragihandibû û ji wê demê vir ve her sê mehan carê dirêj dikir.

Rewşa awarte, mafên berfireh dida karbidestan da ku kesên rexnegir desteser bikin û kesên ku wan wek dijminên dewletê bi nav dikirin, têk bibin.

Çalakvanê navdar yê Misirê Hussam Baghat pêşwazîya wê biryarê kir.

Wî got ku ewê biryar karanîna dadgehên ewlekarîya dewletê yên rewşa awarte rawestîne, lê dê ser hin dozên girîng yên ku berê li wan dadgehan didomin, bandor neke.

XS
SM
MD
LG