Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîsî Dibêje Trump Pêşnîyara Agirbesta li Lîbyayê bi Erênî Pêşwazî Kir


Sîsî û Trump (Arşîv)

Serokê Misirê Abdulfetah Sîsî îro Çarşemê got ku Serokê Amerîka Donald Trump bi germî pêşwazîya pêşnîyaza wan ya agirbestê li Lîbyayê kir.

Ofîsa Sîsî di daxuyanîyeke nivîskî de ragihand ku Trump di axaftina telefonî de banga Misirê ya agirbestê li Lîbyayê bi erênî nirxand.

Misirê roja Duşemê wek beşeke înîsîyatîfa civata rêbertîya hilbijartî banga agirbestekê kiribû û ew pêşnîyar ji hêla Rûsya û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ve bi erênî hatibû pêşwazî kirin.

XS
SM
MD
LG