Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîstanî Banga Lezandina Reformên Sîyasî li Îraqê Dike


sistani
sistani

Rêberê olî yê Şîayên Îraqê Ayetullah Alî Sîstanî îro Înê bang li sîyasetvanan kir ku amadekirina reformên qanûna hilbijartinê bilezînin.

Sîstanî got ku tekarêya sekinandina xwepêşandanên nerazîbûnê yên berdewam cîhanîna reforman e.

“Em bi pêgirî girîngîya lezandina derbazkirina qanûna nû ya hilbijartinê û qanûna komîsyona hilbijartinê dubare dikin jiber ku ew dikarin çareserî ji kêşeyên heyî re bibînin.“

Sîstanî careke din dîyar kir ku daxwazên xwepêşandaran rewa ne û divê dijî wan tundî û tûjî neyê xebitandin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Sîstanî zû zû dernakeve qada sîyasetê û jiber bandora xwe ya mezin ya ser Şîayan, tenê di dema krîz û pirsgirêkan de mesajan dide bîragiştî.

XS
SM
MD
LG