Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîstanî Piştevaniya Hilbijartinên Îraqê yên Pêşwext Dike


Rêberê olî yê Şîayên Îraqê Ayetullah Alî Sîstanî
Rêberê olî yê Şîayên Îraqê Ayetullah Alî Sîstanî

Rêberê olî yê Şîayên Îraqê Ayetullah Alî Sîstanî îro Yekşemê piştî civîna bi nûnera Netewên Yekbûyî li bajarê Najaf civîya, piştevaniya xwe bo hilbijartinên pêşwext li Îraqê diyar kir.

Rêberê bala yê misilmanên Şîa mezheb li Îraqê piştî yekemîn civîna piştî salekê ligel karmendek di asta bilind da ya Netewên Yebûyî, roja Yekşemê piştevaniya xwe bo hilbiajrtinên pêşwext yên parlamena Îraqê da diyar kirin ku dê li meha 6 ya sala 2021ê hên encam dan.

Sîstanî yê (90 salî) di daxuyaniyekê da piştî civîna dualî gotiye "Hilbijartinên Parlamenê yên ku hatine biryar dan ku li sala bihê pêk bihên gelek di giring in."

Sîstanî roja Yekşemê li mala xwe ya li Najafê piştî 10 mehan ji hevdîtinê pêşwazî li nûnera Netewên Yekbûyî li Îraqê Jeanine Antoinette Hennis-Plasschaert kir.

Sîstanî gotiye divê Îraqî bihên handan jibo bi şêweke "berfireh"beşdarîyê di hilbijartinan da bikin, di heman demê da hişdarî daye eger ku di encamdana hilbijartinan di dema diyarkirî da serkeftî nebin û bi şêweke azad û yasayî nebin, dê bibe"gef li hember yekrêzî û siberoja gelê Îraqê."

Sîstanî bi şêweke giştî dernakeve û bi rêya gotara Înê ya heftane bi rêya nûnerê xwe pêşkeş dike.

Ew naxwaze ligel berpirsên siyasî bicive e, lê bi şêweke giştî wî rê li hember nûnerên Netewên Yekbûyî negirtîye ku wan weke bêalî dibîne.

Îsal Sîstanî li gor salên borî bêdengtir bûye, li dawiya meha du û vir ve, nivêja komî ya roja Înê yê jiber vîrusa korona ragirtine, ku wê pandemîkê metirsî li ser jiyana Rêberê Şîayan Alî Sîstanî bixwe heye.

Mustefa Al Kazimî Serokwezîrê Îraqê dawiya meha Tîrmehê ragihand ku Îraq dê hilbijartinên pêşwext nêzî salekê berî dema xwe encam bide, Kazimî dixwaze soza ku di dema destbikarbûyî dabû bicih bîne.

Sîstanî ev demeke ligel hilbijatinên pêşwext bû dema sala par dest bi xwepêşandanan hatî kirin li Îraqê li dij hikûmetê, piraniya bajarên Şîa mezheb li başûrê Îraqê têk hijandîn.

Ew gelek tund bû di rexenyên xwe yên li dij parlamenê yê prşşebûyî da ku meha 5 ya slala 2018ê dest bikarbûye.

Di parlamenê Îraqê da 329 endaman her hemûyan jibo çaksaziyê di yasay hilbijartinan da berî ku hilbiajrtin bihên kirin deng dabû, lê hêşta biryar liser xalên bingehîn nehatine dan, di nav da çewaniya qebareyê navendên biçûk yên dengdanê yên weke qeza û nahiyan û sistema hesab kirina dengan.

XS
SM
MD
LG