Endamê navenda ragihandinê yê HSD'ê Sîyabend Rojava di daxuyayeke taybet de ji VOA re ragihand ku şerên pir dijwar li Serêkanîyê didomin.
"Do êvarê dewleta Tirka dagirker êrîşeke pir mezin li hember hêzên me pêk anî. ew, êrîşa herî dawî ya heta niha bû û teknolojîya herî pêketî hat xebitandin. Ew şer 12 seet berdewam kir û tevî ewqas bomberan û topbaran hezên me karîbûn ku wê êrîşq herî mezin bişkînin."
Rojava dîyar kir ku şervanên wan gelek bi moral in û şerê xwe didomînin.