Piştî têkçûna DAIŞê li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk bi piştevaniya hêza Amerîka, êdî pirsgirîka çekdarên DAIŞê yên biyanî ku li ba HSD girtîne bûye kêşeyek navntewî û li ser wê giftûgo dibin, ka çaw bên dadgehkirin û çawa vegerin welatên xwe.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi lêkolîner û nivîskar Samî Dawûd re kir di derbarî vê mijarê de.
Nivîskar Samî dibêje: "Divê ku dadgehek navnetewî mîna ya Nuremberg bê avakirin ji bo çekdarên DAIŞê yên biyanî, ew tenê dikare rewşa wan çareser bike."
Wekî din jî wî anî ziman û got ku, welatên ku xwe li welatiyên xwe ji çekdarên DAIŞê xwedî dernakevin, ew ji berpirsatiyê direvin û bi vî rengî wê kêşeya DAIŞ berdewam bike û careke din wê bibin gef li ser herêmê.