Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Bilind ya Sûrîyê îro Duşemê bo hilbijartina 26'ê Gulanê, dijî Serok Beşar Esad berbijarîya du kesayetîyên nediyar erê kir.
Dadgehê ji lîsteya ji 51 pêş berbijaran, tenê berbijarîya sê kesan pejirand: Esad, cîgirê wezîrê berê yê kabîneyê Abdullah Salum Abdullah û Mehmud Ahmed Mareî, serokê partîyeke piçûk ya opozîsyonê, ku bi fermî hatibû qedexe kirin.
Esad ku di 2000'an de ser mirina bavê xwe yê ku 30 salan desthilatdar bû, hat ser kar.
Wî, piştî 10 salên şerê navxweyî ku bû sedema kuştina bi sed hezaran welatîyên Sûrî û koçberîya zêdeyî nîvê gel, kontrola piranîya welatê xwe jinûve bi dest xist.
Şam, hilbijartina seroktîya Esad ya bo serdema heftan ya bo çar salên din, tevî şerê li welêt, wek kiryarek normal ya sîstema rêvebirinê, dinirxîne.
Opozîsyon û welatên Rojavayî vê hilbijartinê wek gavek bêaqil ya bo avakirina desthilatdarîya Esad ya bêdawî û rawestandina danûstandinên bo bidawîkirina şer, şîrove dikin.
Karbidestên payebilind yên Neteweyên Yekbûyî (NY) di vê mehê de dîyar kiribû ku ewê pîvanên biryarên Civata Ewlekarîyê ya NY bicîh neke, ku jibo bidawîanîna alozîya Sûrîyê banga qanûneke nû ya bingehîn, û pêkan pêkanîna hilbijartinên azad yên di bin çavdêrîya NY de têne rêvebirin, dike.
Esad di mehên dawî de jibo daxistina hêrs û nerazîbûna gel ya ku jiber xirabûna şert û mercên jiyanê û daketina nirxa diravê, hin tedbîrên nû ragihand.
Di nava wan tedbîran de, zêdekirina mûçeyên dewletê, têkbirina spekulatorên diravê û avakirina nirxa diravê di heman asta di bazara ne fermî de, hene.
Hevrikên wî dibêjin ku hin tedbîrên nû, yên wek kredîyên erzan, jibo berjewendîya alîgirên wî yên sîyasî û yên ku di warê aborî de xurt in, ne.
Endamên mezheba Esad ya civaka Alewî ku di dewlet û hêzên ewlehiyê de serdest in jî di nav piştevanên xurt yên rejîma wî ne jî di nav wan alîgiran dene.
Esad roja Yekşemê, bo cezayên hin sextekaran, qaçaxçîyan, spekulatorên diravê û sûcdarên piçûk efûyek derxist.
Hin xizmên aktîvêstên sivîl yên ku di mehên dawî de hatibûn girtin, hêvî dikin ku ev biryara efûyê bibe sedema serbestberdana wan.