Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatîyên Sûrîyê Hember Dijminê Hevpar COVID-19 Tekoşîn Dikin


Li Sûrîyê dîmeneke ji xebatên dijî COVID-19 yên rexistinên sivîl (Arşîv)
Li Sûrîyê dîmeneke ji xebatên dijî COVID-19 yên rexistinên sivîl (Arşîv)

Hem li paytexta Sûrîyê Şamê û hem jî li heremên welêt yên ku deh salên dijî desthilatdarîyê serî rakirine, mirov bi heman dijminî re rûbirû ne: nexweşîya vîrusa korona yan COVID-19.

Cîhên çavderîya krîtîk vê mehê li nexweşxaneyên li seranserê Sûrîyê jiber zêdebûna bûyerên COVID-19 tije bûne.

Ev rewşa Sûrîyê sîstema saxlemîyê xirabtir dike; ya ku bi sedema şer û xebatên vakslêdanê yên hêdî ji xwe di dijwarîyê de bû.

Li Sûrîyê nêzî 4 mîlyon mirov li bakurê rojava dijîn, 1.7 mîlyon ji wan li kampên wan kesên ku jiber pevçûnan revîyabûn nin.

Cîgirê berpirsê mirovahî yê NY jibo krîza Sûrîyê Mark Cutts, dîyar kir ku li heremê rojane zêdetirî 1.000 bûyer têne tomar kirin.

"Em gelekî bi fîkar in. Ev mezintirîn pêl e ku me ji destpêka pandemîyê vir ve li bakurê rojavayê Sûrîyê dîtiye. Rewş li heremên diny yên Sûrîyê jî bi heman rengî ye," Cutts got.

Li Sûrîyê ya bi şênjîya 18 mîlyon kesan, xebatên vaksînlêdanê bi lezekî pir hêdî berdewam dikin.

Li gor karbidestên saxlemîyê yên herêmî, li bakurê rojava nêzî 117.000 kesan dozeke vaksînê wergirtiye.

Bi tevahî heya niha 450.000 kes hatine vaksînkirin.

Hejmarên fermî dibêjin ji destpêka pandemiya sala borî vir ve zêdetirî 31,000 bûyer û zêdetirî 2.100 mirinên jiber virusa korona hatine ragihandin.

XS
SM
MD
LG