Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûrîyê Jiber Şewata Daristanan 24 Kes Hatine Darvekirin


Ala Sûrîyê û Serokê welêt Beşar Esed.
Ala Sûrîyê û Serokê welêt Beşar Esed.

Wezareta Dadê ya Sûrîyê ragihand ku 24 kes roja çarşemê hatine darve kirin, jiber şewitandina daristanên bi piranî li eyaleta Lazkîye ya warê bav û kalan ya Serokê welêt Beşar Esed.

Wezaretê da zanîn ku kesên ku hatine darvekirin bi pêkanîna "kiryarên terorîstî ku bûne sedema kuştin û zarara binesazîya dewletê, milkên giştî û taybet" hatine tawanbar kirin.

Hevdem, wê got ku 11 kesên din jî bi heman tawanbarîyê bi cezaya dirêjîya jiyanê ya zinankirinê hatine mehkûm kirin.

Ew kesana di dawîya sala borî de hatine girtin û qebûlkirine ku wan şewatên di di Îlona 2020'an de dest pê kir û heya nîvê Cotmehê domya bû , derxistine.

Di derbarê cîh û hurgilîyên darvekirinan de pirtir agahî nehat eşkere kirin.

Komên mafên mirovan yên navneteweyî dibêjin ku li Sûrîyê gelek girtî bêyî dadgehkirinê têne darve kirin û li girtîgehên bi ewlehîya bilind de bi deh hezaran girtî hene.

XS
SM
MD
LG