Artêşa Sûrî îro Înê ragihand ku di encama çend peqînên ser depoyên cebilxaneyên li rojhilata bajarê Humsê de jimareke kes birîndar bûn.
Artêşê got ku sedema wê peqînê, wekî ku berê hatibû ragihandin ne êrîşekê ye, lê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) got ku peqîn di encama êrîşa Îsraîlê de çêbû.
Artêşa Sûrî di daxuyanîyekê de, ku li televîzyona dewletê da hate weşandin, got ku hindahîyên sivîl hene lê wê ti hûrgilî nedan.
SOHR, ku bingeha wê li Brîtanya ye, got ku êrîşa Îsraîlê li ser bingehêke leşkerî ya Hîzbullaha Lubnanê hate kirin ku li ser rêya Hums û Palmîra digirt.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Hîzbullah ji alîyê Îranê ve tê destek kirin ku ew jî hevalbendeke xurt ya hikûmeta Sûrî ye.
SOHR'ê ji zarê rûniştvanên xwecîhî ragihand ku dengê peqînan li seranserî bajarê Humsê dihat bihîstin.
Jêderên îstixbaratî û SOHR'ê bal kişand ku ew peqîn piştî êrîşên şevê yên helîkopterên Îsraîlî yên ser bingehên Îranê yên li başûrê Sûrîyê çêbûn ku ji Girkên Golanê rabûbûn.
Sûrîyê piştî nîvê şevê ragihand ku Îsraîlê êrîş kiriye ser hedefên li parêzgeha Quneitra lê ti hûrgilî nedan. Sûrîye kêm caran dibêje ku bingehên Îranî hatine lêdan.
Îsraîlê di wan salên dawî de bi sedan êrîş birine ser mîlîsên ser bi Îranê û bingehên wan li Sûrîyê, ku hejmara wan li wî welatî gelek in.