Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alan Hesen: Rûsiya Dixwaze Desthilata Rêjîma Sûriyê li Hema û Idlibê Bihêz Bike


Rêjîma Sûriyê bi êrîşên girseyî û tund êrîşî ser deverên li jêrî destê rikeberiya Sûrî ya çekdar de ye, gundewarên Hema û Îdilbê, bi ser peymana agirbestiyê heye di nav Tirkiyê û Rûsiya de ji bo ku ew herêm aram bimîne.

Di derbarî vê mijarê de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Alan Hesen re kir.

Rojnamevan Alan dibêje:" Rûsiya dixwaze ku hêza rêjîma Sûriyê di deverên li jêr destê rikeberiyê de xurtir bike, û desthilata wê vegerîne wan devran."

Her wiha jî, li ser rola Tirkiyê di Sûriyê de û helwesta wê di derbarî van êrîşan de, wî got ku Tirkiyê di dawiyê de dixwaze ku li hevhatinekê bi rêjîmê re bike, ji bo berjwendiyên xwe li bakûrê Sûriyê biparêze.

Di dawiyê de got , ji Kurdan tê xwestin ku zanibin lîska siyasetê bikin û pêwendiyên xwe bi Rûsiya re xurtir bikin, ji ber ew yên xwedan hêz û biryaran di rewşa Sûriyê de.

Hevpeyvîna Alan Hesen-5-11-2019-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:08 0:00

XS
SM
MD
LG