Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesûd Eqîl: Me Xwest Binpêkirina Mafên Mirovan li Efrînê bi Belgeyan Radestî NY Bikin


Mesûd Eqîl
Mesûd Eqîl

Di16'ê Îlonê de li baregeha Neteweyên Yekbûyî, li Cenêvê civînek li ser rewşa binpêkirina mafên mirovan li Efrînê bi giştî û yên Kurdên Êzidî yên li wir dijîn bi taybetî hate sazkirin.

Civîn bi destpêşxeriya Saziya Êzidiyan li Hollanda hat amade kirin.

Di vê civînê de, nûnerên rêxistina Êzdîna jî amade bûn û bi nûnerên Desteyên Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî re û kesên din yên girêdayî rewşa Sûriyê re civiyan.

Di derbarî vê kombûnê de Dengê Amerîka hevpeyvînek bi birêz Mesûd Eqîl, endamê Rêvebertiya Êzdîne û endamê Xaça Sor a Almanî re kir.

Birêz Mesûd anî ziman, ku kombûnên bi vî rengî pirr girîng in ji bo rewşa Kurdên Sûriyê û bi taybetî jî li ser mafên kêm ol û netewên ku li herêmên kurdî dijîn û gellek caran dibin qurbaniyên tundûtijiyê û armanc ji hêzên çekdarên radîkal re.

Uploaded File: Hevpeyvîna Mesûd Eqîl-9-21-2019-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:57 0:00


XS
SM
MD
LG