Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newaf Xelîl: Komîta Destûrî ya Sûriyê Bê Rêveberiya Xweser Biser Nakeve


Bi amadebûna nûnerên rikeberî, rêjîm, û civaka sivîl ên Sûriyê, kombûna komîta destnivîsa destûryê Sûriyê di 30 Cotmehê de li Ceneva lidar ket,

Di kombûnê de nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê amade bûn lê belê ji aliyê rêveberiya xweser tu kes nehatibûn vexwednin.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi birêz Newaf Xelîl, Birêvebirê Navneda Kurdî ya Lêkolînan li Almaniya re kir, di derabrî vê mijarê de û çima rola rêveberiyê paşguh bûye û ya din jî bandora ev çalakiyên navnetewî li ser şerê ku li herêmên kurdî li bakûrêrojhilata Sûriyê dibin.

Birêz Newaf anî ziman, ku dûrxistina Xweseriya Demokrat û hêzên Sûriya Demokrat ji giftûgoyan tê ji ber pilanên Tirkiyê û dijbertiya rikeberiya Sûrî û Rêjîmê jî ji destkeftiyên Xweseriya Demokrat di herêmê de.

Wekî din jî wî got ku helewsta Amerîka û welatên Ewrupî li ber Tirkiyê lawaz e ji ber girêdan û berjewendiyên abûrî di nav wan û Tirkiyê de.

Hevpeyvîna Newaf Xelîl-11-2-2019-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:38 0:00


XS
SM
MD
LG