Ajansa Associated Press (AP) ragihand ku di pevçûnên navbera hêzên ser bi Tirkîyê û hêzên Kurdan de pirtir ji 10 kes hatine kuştin.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) û berdevkê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mervan Qamishlo di derbarê pevçûnên li bakurê Sûrîyê de agahî dan ajansê.
Li gor wan agahdarîyan di encama pevçûnên di navbera şervanên Kurd û çekdarên opozisyonê yên bi piştgîrîya Tirkîyê li bakurê Sûrîyê ku bi hefteyane didome de, pirtir ji 10 çekdar hatine kuştin.
SOHR ragihand ku pevçûnên şeva Duşemê li nêzî bajarokê Ayn Îsa bi êrîşa çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê ya dijî hêzên HSD'ê destpê kiriye.
Hevdem, SOHR got ku di pevçûnan de pirtir ji 10 çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê hatine kuştin û hejmareke nedîyar ji şervanên HSD'ê jî hatine kuştin yan birîndar kirin.
Berdevkê HSD'ê Mervan Qamîşlo pevçûn piştrast kir û got ku şervanên wan êrîşeke bi piştgirîya Tirkîyê têk birine. Lê, Qamîşlo di derbarê hejmara çekdarên HSD'ê yên ku hatine kuştin de ti agahdarî neda.
Pevçûn û topbaranên di navbera HSDê yên bi pêşengîya Kurdan û çekdarên opozîsyonê yên bi piştgirîya Tirkîyê, ku xwe wek Artêşa Netewî ya Sûrîyê didin nasîn, ji dema ku artêşa Tirk di Cotmeha sala borî de ev heremên bakurê Sûrîyê dagir kirin vir ve, pir caran pêk tê.