Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Parlemenê: Hilbijartinên Serokatiya Sûriyê 26ê Gulanê Dê Çê Bibin


Hilbijartinên Serokatiya sûriyê
Hilbijartinên Serokatiya sûriyê

Serokê parlemena Sûriyê ragihand ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê dê roja 26ê Gulanê pêk bên, Hammoud Sabbax serokê parlemenê gotiye deriyê kandîd kirinê dê bo 10 roja vekirî bimîne û roja Duşemê dê were destpêkirin.

Sabax dîsan gotiye, jibo welatiyên Sûrî yên li derveyî welat dê roja 20ê Gulanê dest bi dengdanê bikin. Tê texmîn kirin ku di astek bilind de hilbijartin dê Beşar Asad bo xûla Çaran û bo 7 salên din hilbijêre.

Nayê zanîn ku kesek din dê hebe rikeberiya Beşar Asad bike yan na, eger ku hebe jî dê meselk simbolîk be.

Meha borî Amerîka Beşar Asad hişyar kirbû ku rêveberiya Biden, dê encamên hilbiajrtinên serokatiya sûriyê nas neke eger ku dengdan bi şêweke azad û zelal nebin û Netewên Yekbûyî çavdêriya hilbijartinan neke û hilbijartin nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê neke.

Malbata Asad û parta Baas ev 50 sale desthilata Sûriyê xistiye destên xwe û ji aliyê leşker û hêzên ewlekariyê ve tên parastin ku kêmaniya pêkhateya Alawiyan li Sûriyê baladest in, û rê nadin opozisyonê.

Sala 2011ê jibo jinavbirina xwepêşandanên aştiyane wegeriyan şerekî navxweyî û zêdetirî 10 slane şer li wî welatî dom dike.

Yasay hilbiajrtinên serokatiyê rê dide kesên ku divê berî 10 salan li Sûriyê mabe û li Sûriyê bijî, ev jî rê nade ku lîderên opozisyon yên li derveyî welat in xwe berbijar bikin.

Rikeberên Asad û serokên welatên rojavayî wî bi encamdana tawanên dij mirovatiyê tawanbar dikin û jê dixwazin ku li ser desthilatê nemîne û rê bide veguhastinek demokrasî.

XS
SM
MD
LG