Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zara Salih: Lihevhatinek Rûsî Tirkî Heye di derbarî Idilbê de


Rêjîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsiya dest bi hilmetên leşkerî kirine li ser parêzgeha Idilbê ku bûye bengeha komên çekdarên Îlamî yên rikeberiya Sûrî, bi biryardana kontrolkirina wê parêzgehê û derxistina çekdaran ji wir.

Wekû ku tê zanîn ku Tirkiyê aliyek serekî ye di şerê Sûriyê de ku wê ji destpêk ve piştvaniya komên çekdar yên rikeberiyê di Sûriyê de diyar dabû. Gelo wê ev êrîşên dawî li ser Idilibê çi bandorê li Tirkiyê bike?

Dengê Amêrîka ev pirs û hin pirsên din ji şîrovekarê siyasî Zara Salih re kir.

Birêz Zara anî ziman ku Tirkiyê lihevharinek bi Rûsiya re pêkanîye ji bo rewşa Idilibê ku çavê xwe li ser êrîşên wê bigre , li himberî derbasbûna wê herêmên kurdî li bakûrê rojhilata Sûriyê.

Wekî din jî wî got, ku ev şerê ku dibe wê bandorê li rewşa Kurdên Sûriyê bike û dibe ku guherînan di rewşa heyî de çê bike.

Hevpeyvîna Zara Salih- 12-21-2019-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:55 0:00



XS
SM
MD
LG