Grûpeke çavdêrîyê got ku bi kêmî sê sivîl ji malbatekê hatin kuştin di êrîşek balafirên Rûsî de roja Şemiyê li derdora bajarê Idlibê yê bakurê rojavayê Sûriyê.
Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov got "Êrîşên esmanî yên Rûsî di îro sibehê de, sê kuştî ji malbatekê li paş xwe hişt û şeş kesên din jî birîndar bûn" Her wiha jî anî ziman ku tîmên rizgarkirinê hîn jî kardikin dak xelkê ji bin kavilan derxînin.
Li gor Çavdêrîyê, çar êrîş li derdora bajarê Idilbê bûn. Ev dever ji zû ve bûye bingeha rikeberên Sûrî û ji Rûsya re jî bûye armanc, wek beşek ji girêbesta wê bi rejîma Sûrî re û piştevaniya wê ji serokê Sûriyê re Beşar el Esed re.
Ne tenê Rûsya piştevaniya Esed dike di şerê li dijî rikberên çekdar de ji destpêka şerê sûriyê, lê Îran jî bi her aliyekî pişgiriyê dide Esed da ku desthilata xwe vegerîne li ser xaka Sûrî.
Hêjayî gotinê ye ku parêzgeha Idlibê ya di bin destê rikeberên Sûrî de ye, nêzîkî sê milyon kes lê dijîn ku nîvê wan ji deverên din yên welêt derbider bûne.
Jêder: AFP