Hikûmeta Amerîkî bi awayekî tûj cezayên abûrî û siyasî li ser rêjîma Sûriyê û kesayêtên girêdayî vê rêjîmê pesend kiriye û herdem girantir dike da ku fişarê li ser rêjîma Asad bike ji bo çareseriyek siyasî û bi dawîkirina şer li Sûriyê.
Nuha çav li hikûmeta nû ya Amerîka ye, ku wê çawa danûstendinê bi pirsgirêka sûrî re bike û wê çi guhertin di paşeroja cezayan de bibe.
Dengê Amerîka ev mijar bi şîrovekarê siyasî Alan Hesen re giftûgo kir.
Birêz Hesen dibêje : Amerîka siyaseta xwe di derbarî Sûriyê de naguherîne ji ber ku ew naxaze tu serkeftinê bide rêjîma sûriyê û alîgirên wê ji Rûsiya û Îranê. Ji ber vê yekê wê cezayên amerîkî berdewam bibin û wê girantir jî bibin di dema Biden de.
Ji ber rewşa Kurdan jî wî anî ziman ku Amerîka pêwendiyên xwe bi kurdan re berdewam dike û wê derfetên baştir bide ber wan da ku aramî li herêmên wan bicî bibe.