Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 10 Salan Ji Nûve Geştên Esmanî di Navbera Sûriye û Erebistana Saûdî de Dest Pê Dikin


Balefireke Hêla Esmanî ya Saûdî
Balefireke Hêla Esmanî ya Saûdî

Roja Çarşemê, geştên asayî yên bazirganî di navbera Sûriyê û Erebistana Saûdî de ji nû ve dest pê kirin.

Li gorî medyaya fermî ya Sûriyê, piştî 10 salan ji qutbûnê, bo yekem car weke beşek ji baştirkirina peywendiyên di navbera her du welatan de ev pêngav hat avêtin.

Têkiliyên di navbera Sûriye û Erebistana Saûdî di sala 2012'an de qut bibûn, ji ber tepeserkirina hovane ya rejîma Serok Beşar el Esed li ser xwenîşanderên dijî hikûmetê di destpêka şerê navxweyî de.

Lê piraniya welatên Ereb têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Şamê re vedigerînin, ku sala borî di hilcivîna giştî ya Komkara Ereban de hat qebûlkirin.

Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê SANA, balyozê rêjîma Sûriyê li Erebistana Saûdî Eymen Sûsan got ku vegerandina geştên esmanî "gaveke baştire di pêvajoya pêşxistina têkiliyên di navbera herdu welatên bira de."

Di meha Gulanê de, heciyên Sûrî bi geşteke rasterast çûn Erebistana Saûdî da ku merasîmên Hecê pêk bînin, lê firokeya Hêla esmanî ya Sûriyê, roja Çarşemê, ber bi Riyadê ve, geştên esmanî yên asayî pêk anîn.

Şerê navxweyî yê Sûriyê, ku ev 13 sal in berdewam dike, niha gihîştiye asta xetimandinê, ku hikûmeta navendî ya Şamê careke din kontrola piraniya axa Sûriyê bi dest xistiye, lê bakurê rojavayê welat jî di bin kontrola hin komên opozîsyonê de ye, û hêzên Kurdî bakurê rojhilatê Sûriyê kontrol dikin.

Jêder:AP

XS
SM
MD
LG