Serokê Sûrîyê Ehmed Şeri' ragihand ku eger peymanên ewlekarîyê yên bi Îsraîlê re serkeftî bin, herdu welat dikarin bigihêjin aştîyeke mayînde.
Serokê Sûrîyê doh roja Sêşemê li civîna Encûmena Atlantîk a li New Yorkê got ku divê Îsraîl pêşî ji wan herêmên başûrê Sûrîyê vekişe yên ku piştî rûxandina rejîma Beşar Esed girtine.
Herwiha wî da zanîn ku di nava sala borî de herdu welatan danûstandin kirine.
Şeri' got: "Wê demê em ê li ser peymanên ewlekarîyê biaxivin. Eger ev peyman serkeftî bin, em dikarin bigihêjin aştîyeke mayînde.”
Wî herwiha got: "Girên Golanê xaka Sûrîyê ye û Neteweyên Yekbûyî jî vê yekê qebûl dike, li ser vê meseleyê ti nîqaş nîn e."