Dîdevan dibêjin, bi kêmî ve 8 kes îro li Sûrîyê hatine kuştin, piştî ku hêzên ewlekarîyê û çekdarên dûravêj teqe li ser behîdaran kir. Tê ragihandin bi hezaran kes di merasîma binax kirina qûrbanîyên ku do Înîyê hatine kuştin de kom bûn.
Bizavkarên mafê mirovan û dîdevan dibêjin, kuştinên îro Şemîyê li taxa Duma ya paytaxt Şam û bajarokê Îzraa yll başûr qewimîn.
Bi hezaran behîdar îro Şemîyê derketin kolanan da ku nêzîkî 75 kesên kuştî bibîr bînin ku do Înîyê ji alîyê hêzên ewlekarî yên Sûrî ve hatibûn kuştin.
Hîn xwepêşander dirûşmên dijî hikûmetê qerîyan û bangên xwe yên bo karvekêşana serok Beşar Essed dubare kirin.
Welatên cîhanî jî nerazîbûnên xwe yên li dijî hikûmeta Sûrî bilind dikin. Serokê Amerîka Barack Obama Sûrîye şermezar kir jibo, bi gotina wî, karanîna “tundî û tûjîya hovane”. Serok Obama birêz Esed bi wergirtina alîkarîyê ji Îranê jî tawanbar kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon jî bang li Sûrîyê kir ku dawî li eciqandina xwepêşandan bîne.
Wezareta Derve ya Rûsyayê jî dawuyanîyek weşand û got, Surîye hîn jî hevala me ye lê divê kêûeyên heyî bi dîyalogên avaker û reforman çareser bin.