Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya 4 Yekîneyên Sîstema Mûşekên S-400 Dide Tirkiyê


Sîstema S-400 li Meydana Sor li Moskova
Sîstema S-400 li Meydana Sor li Moskova

Sergey Chemezov, ofîserê karîger yê grûba Rostec ya Rûsî bo rojnama Kommersant erê dike ku, Rûsya dê 4 yekîneyên sîstema mûşekên S-400 yên berevaniyê bifiroşe Tirkiyê, bihayê mûşekan 2.5 mîlyar Dolar in, Tikiye dê 45% ji bihayê mûşekan pêşwext bide û yê din dê bi şêweyê qistan be.

Ajansa Reuters li gûr mediya navxweyî ya Rûsya radigihîne ku, Sergey Chemezov eşkere kirîye ku, radest kirina yekem celebê mûşekan bo Tirkiyê dê Adara sala 2020an be.

Sîstema S-400 ya mûşekên Rûsî yên dûravêj nûtirîn sîstema berevaniyê ya mûşekên erd-esmanî ye, sîstem dikare sê cûrên mûşekan hilgire ji wana mûşekên balistîk.

Firotina sîstema mûşekên S-400 yên Rûsî bo Tirkiyê nerihetî li welatên rojava peyda kirîye, ew naxwazin sîstema berevaniya Rûsî têkilî ya NATO bibe, jiber ku Tirkiye endame di hevpeymaniya NATO de.

Chemezov dibêje Tirkiye yekemîn welate di NATO yê de bibe xwediyê sîstema mûşekên S-400, herwiha dide zanîn ku, wezareta darayî ya Tirkiyê û Rûsya liser bazarê mûşekan lihev kirîye, her tişt bidawî bûye, bi tenê belgenama dawiyê maye ku bihê îmze kirin.

XS
SM
MD
LG