Berpirsekî serokatîya Tirkîyê roja Duşemê gotîye,gerek nû ya kirîna sîstema berevaniyê ya mûşekên S-400 ji Rûsya tenê pirsa teknîkîye û ewê di demek nêzîk de lihevhatin çê bibe, ev yek ji alîyê ajans û medîya Rûsî ve hatîye ragihandin.
Berpirsê ewlekarî û têkliyên derve yê serokatîya Tirkîyê dibêje"dema bazarê kirîna gerek nû ya sîstema S-400, tenê pirsek teknîkîye, ez bawerim ewê di demek nêzîk de pêk bihê."
Alexander Mikheev, serokê kompanya Rosoboronexport, ku şerîka Rûsî ya veguhastina çekan e û girêdayî dewletê ye roja 26 Mijdara derbazbûyî gotbû, Mosko bi hêvîye ku dê di nîva yekê ya sala dahatî de zêdetir sîstema S-400 bo Tirkîyê bişînin piştî bazarê li hevhatinê temam dibe.
Alexander gotbû, Enqere û Mosko bi cidî difikirin ku di benda dilxwazî de ya girbesta eslî di peymana S-400 de, rê bidin Tirkiyê, ku bikarbe zêdetir karwanên S-400 werbigire, û danûstendin niha zêdetir li ser pirsên malî tê kirin.
Ev pêngava Tirkiyê dê bibe sedem ku têkiliyên Amerîka Û Tirkîyê zêdetir aloz bibin, Amerîka ji sedema ku Tirkiyê bazarê S-400 li gel Rûsya encam daye beşdarîya Tirkiyê ya di kirîn û çêkirina firokên F-35 de ragirtîye.
Amerîka û endamên NATO ne rihetin ji kirîna Tirkiyê ya sîstema S-400 ji Rûsya û ew dibînin ku dê bibe metirsî li ser ewlekarîya NATO ku Tirkîye endamekî çalak yê wê hevpeymanê ye.