Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abrams Wek Bersîvdana Trump Dibêje ku Amerîka bi Koçberan Dewlemend E, Ne bi Dîwaran


Endama Partîya Demokrat Stacey Abrams, ku di hilbijartinên borî de berbijara wê partîyê ya bo walîtîya istana Georgia bû, bersîva Gotara Salane ya Serok Donald Trump da.

Abrams di destpêka axaftina xwe de biryara Trump ya daxistina hikûmeta federal rexne kir ku dora 800 hezar karmendên dewletê bê mehane hiştibû.

“Çend hefte berê min dît ku çawa karmendên hikûmetê jibo wergirtina qutiyeke xwarin ketibûn dorên dirêj jiber ku çend hefte bûn maaşên xwe wernegirtin. Cîhê şermê ye ku jîyanên wan karmendan, dikin lîstokeke sîyasî. Ew daxistina hikûmetê, ku gaveke ne rêwa bû û dijî gelê me û nirxên me bû, ji alîyê Seorkê Amerîka ve hate danan,” Abrams got.

Wê bal kişand ser dabeşbûna qada sîyasî ya li paytext Washingtonê û bang li hemî alîyan kir ku cudabirîyên xwe dînin alîyekî û dora nirxên hevbeş bicivin.

“Karê me yê herî awarte cîhanîna xewinên Amerîkî yên îro û sibê û vekirina rêya serxwebûn û xweşhalî ya mayînde ye. Zarokên me ji dayikbûn heta karekî serketî, hêjayî perwerdeyeke xurt in. Erka me ye ku em ji zarokên xwe re xwendingehên ewle û bi standartên bilind bihêlin.”

Abrams got ku xewinên Amerîkîyên ji çîna navîn ji alîyê rêbertîya Komarî ve tên rûxandin jiber ku ew ji rewşa jîyana hemwelatîyan û dijwarîyên wan fem nakin.

Nûnera Demokrat banga planeke mirovhez ya koçberîyê kir ku zarokan û malbatan ji hev cihê neke û bi awayekî mirovane reftaran li penaxwazên ser sînor bike.

“Serok Reagan pêdivîya wê yekê fem kiribû. Serok Obama jî pêdivîya wê yekê fem kiribû. Amerîkî vê yekê fem dikin û Demokrat amade ne ku tixubên me biparêzin. Lê, divê em gîş fem bikin ku Amerîka bi hebûna koçberan dewlemend e, ne bi avakirina dîwaran.”

XS
SM
MD
LG