Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervan Derwîş: DAIŞ Hîn Nehatiye Têkbirin, li Dêrezorê Şerên Dijwar Didomin


Serokê Amerîka Donald Trump roja Çarşemê li ser Twitterê ragihandibû ku wan DAIŞ li Sûrîyê têk biriye, loma hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişin.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji Dengê Amerîka re ragihand ku DAIŞ hîn zindî ye li Derêzorê şerekî dijwar didome.

"Hêzên me jî di nav de, şerekî dijwar li dijî DAIŞ'ê berdewam dike jiber ku ew bi awayê herî xurt li ber xwe didin. Dîsa hucreyên wan yê razayî hene ku li Minbicê û cîhên din êrîşan pêk tînin. Pir çewt e ku mirov bêje DAIŞ hatiye şikandin."

Derwîş bal kişand ku piştî daxuyanîya Trump hîn li serdê ti guherin çênebûne û peywendîyên wan bi Amerîkîtan re wek berê didomin.

Derwîş got ku ew xwe ji hemî senaryoyan re amade dikin û heta dawî cîh û warên xwe biparêzin.

RR_12_21_2018_S_Derwish
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00

XS
SM
MD
LG