Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gedo Behsa Serdana Şandeya Kantona Cizîrê ya Herêma Kurdistanê Dike


Şandeya Kantona Cizîre li Herêma Kurdistanê ye
Şandeya Kantona Cizîre li Herêma Kurdistanê ye
Şandeyeke Kantona Cizîre jibo serdanekê li Herêma Kurdistanê ye ku danûstandinan ligel partîyên sîyasî û sazîyên sîvîl bike.

Berpirsê Komîsyona Derve yê Kantona Cizîre Salih Gedoseroktîyê şandeyê dike û du cîgirê wî, Emîne Osê û Şamîrah Şemon û herwiha şêwirmendê wezaretê Fadil Musa jî di heteyê cîh digirin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Salih Gedo, li ser vê serdanê agahîyan dide.

Birêz Gedo dibêje, ew ji alîyê gelê Başûr ve bi germî têne pêşwazî kirin. "Em ve sibe bi Mekteba Sîyasî ya Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistan (YNK) kom bûn. Emê behneke din jî bi Goran re jî emê hevdîtineke taybet bikin. Piranîya helwesta partîyên Başûr gelek erênî ye."

Gedo xemgînîya xwe li ser helwesta Partîya Demoqrata Kurdisanê (PDK) jî dîyar dike û dibêje daxuyanîyên Felah Mustafa ne cîh de ne jiber ku ev Kanton bi beşdarîya 57 partî û sazîyan pêk hatiye.

"Em dixwazin serdana Hewlêrê jî bikin. Hêvîya me ev e ku PDK jî di demeke nêzîk de piştevanîya xwe jibo me ragihîne.”

Gedi dide zanîn ku ew dixwazin serdana Tirkîyê jî bikin.

”Em taybetî dixwazin têkîlîyên xwe bi Tirkîyê re baştir bikin jiber ku em wan wek dosta xwe dibînin. Aramîya Rojava, aramîya tixubên Tirkîyê ye jî.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:14 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG