Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamantera HDP'ê Kemalbay: Hikûmeta Tirkîyê Penaberan Wek Kartekê bi Kar Tîne


Parlamantera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê, Serpîl Kemalbay di panelekê de li Stenbolê got ku hikûmeta Tirkîyê penaberan wek karteke jibo bazara sîyasî bi kar tîne.

Kemalbay, di panela bi navê "Tekoşîna dij koçberî, nijadperestî û şovenîzm" de ku ji alîyê Platforma Demokrasî ya Okmeydani ve hat organîzekirin, li ser mijarên girîng peyîvî.

“Hikûmet bê plankarî bi sed hezaran penaber qebûl dike û ew jî dibe sedema pirsgirêkên mezin. Ev mijar bûye sedema paşketina civakê.”

Kemalbay îdia kir ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) penaberan wek mijara bazara sîyasî û aborî bi kar tîne û tîne rojevê.

“Lê, li hember vê yekê jî AKP wekî ku ew xebatek mirovahî dike axaftinan dike."

MEB_9_11_21_Kemalbay_Penaber
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:40 0:00

XS
SM
MD
LG