Ajansa AFP ji zarê medya Tirkîyê ragihand ku Enqerê daxwaza radestkirina sîyasetvanê Kurd, Salih Mislim ji Almanya kiriye.
Mislim ku hevserokê berê yê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) û navekî girîng yê Kurdên Sûrîyê ye, hefteya borî, bo demeke kin, li Komara Çek hatibû desteser kirinû dû re ji hêla dadgehê ve hatibû berdan.
Tirkîyê dibêje ku PYD û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) girêdayî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne ku do lîsteya reş ya Tirkîyê û hevalbendên wê yên Rojavayî ye.
Mislim, Şemîya borî di xwepêşandaneke de, li Berlîna paytaxta Almanya peyîvîbû û gotibû ku, tevî kiryarên Tirkîyê, ew bawerîya sîstema dadwerîya Ewrupa dike.
"Dixwazim bêjim ku em bawerîya sîtema dadwerîya Ewrupa dikin... û ew lîstoka Tirkan dê ti car li Ewrupa bi ser nekeve. Ez niha azad im û heta ku emê serkeftinê li Efrînê û Sûrîyê bi dest bixin, ezê azad bim," Mislim li Berlînê gotibû.