Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetvanê Kurd Salih Mislim Hat Azad Kirin


Sîyasetvanê Kurd yê navdar Salih Mislim ku şeva Şemîyê li Pragê hatibû desteser kirin, îro Sêşemê ji alîyê dadgehê ve hate berdan.

Parêzêrê Mislim, Miroslav Krutina got ku dadgehê biryara azadkirina Mislim da.

Wî da zanîn ku Mislim soz da dadgehê ku ewê beşdarî li hemî rûniştinên dadgehê yên siberojê bike.

Dadwerê Çekî Jaroslav Pytloun red kir ki şîrove li dozê bike. Biryar ji alîyê piştevanên Mislim yên dervayê avahîya dadgehê ve bi kêfxweşî hate pêşwazî kirin.

Hikûmeta Tirkîyê, ku daxwaza desteserkirina Mislim ji polîsên Çekî kiribû, dixwest ku ew were radest kirin.

Mislim niha berdevkê dîplomasî yê TEV-DEMê ye û jibo karê xwe pir caran serdana gelek welatan dike.

Ew jibo beşdarbûna konferanseke navnetewî, wek vexwendî çûbû Praga paytaxta Komara Çek.

XS
SM
MD
LG