Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Mislim li Kobanê Civîna Çapemenîyê Dar Xist


Piştî çend salan, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim serdana bajarê Kobanê dike.

Mislim piştî kongreya PYD'ê ya 6'an hat Kobanê û berî her tiştî serdana goristana şervanên ku jiyana xwe ji dest dan kir.

Wek tê zanîn berî du salan Şervan, kurê Salih Mislim di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû û ev cara yekê ku ew serdana tirba kurê xwe dike.

Piştî serdana goristanê, Mislim li nav kolanên Kobanê geriya û serdana sazî û meclisên Kobanê kir.

Mislim herwiha di konferanseke rojnemevanî de derket pêş rojnamevanan û qala rewşa Rojavayê Kurdistanê û hevdîtinê wî bi sîyasetvanên cîhanê re kir.

Salih Mislim Serdana Xwe ya Kobanê Didomîne
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:50 0:00

XS
SM
MD
LG