Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newaf Xelîl: Divê Cîhan Hember Desteserkirina Salih Mislim Bêdeng Nemîne


Sîyasetvanê Kurd yê navdar û hevserokê berê yê PYD'ê Salih Mislim, şeva Şemîyê li Praga paytaxta Komara Çek hate desteser kirin.

Mislim ku jibo beşdarbûna konferansekê li wî welatî bû, li ser daxwaza Tirkîyê hate desteser kirin û û biryar e roja Sêşemê derkeve pêş dadgehê.

Berpirsê Navenda Lêkolînên Kurdî li Almanya, Newaf Xelîl ku li Pragê, bi Mislim re bû got ku piştî beşdarîya birêz Mislim di konferansekê de, ew şeva Şemî ji alîyê polîsên Pragê ve hat binçav kirin.

Xelîl da zanîn ku parêzerên Mislim nihe di tevgerê de ne.

“Mislim kesekî naskirîye her kes dizane kanê li dij terora DAIŞ'ê û dîktatorîya rejîma Şamê çend xebat kiriye û cîhan hemû bi wî re ye".

Xelîl herwiha da zanîn ku girtina wî li ser bingeheke vala ye, jiber ku Mislim di navbera salên 2012 heta 2014’an de sê caran çûye Tirkîyê û ji alîyê karbidestên dewleta Tirk bixwe hatîye pêşwazî kirin.

Kurdên Komara Çek û ji welatên din bo piştevaniya Mislim hatine xwepêşandan niha li hember wezareta navxweyî heye û paşê ewê derbasî ber deriyê wezareta dadê bibin.”

Xelîl hêvî xwest ku wêneya Prag yê jêhatî li cem Kurdan neyê xerab kirin.

“Prag di bîra Kurdan de ye Buhara Prag, Vacilav Havel di bîra Kurdan de ye, Çekî piştevanên Kurdan in. Bila ew wêneyê baş li cem Kurdan her bimîne.”

Newaf Xelîl ji Prag
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:48 0:00

XS
SM
MD
LG