Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Soylu: CHP Nikare Beşdarî Merasîma Binaxkirina Leşkerên Tirk Bibe


Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu dibêje ku wî qedexe kiriye ku rêvebirên Partîya Gel ya Komarî (CHP) beşdarî merasîmên termên leşkerên Tirk bibin.

Soylu, ew biryar bi îdiaya ku CHP piştgirî dide mîlîtanên Kurd yên qedexekirî daye.

“Em pir caran termên endamên PKK'ê radikin. Emê ji CHP’ê re hin cîh nîşan bidin ku tev li merasêma wna bikin,” Soylu ji nûçegîhanan re got.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, dema kempeyna hilbijartinan de CHP tawanbar kiribû ku piştgirî dide Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya ser bi Kurdan.

Hikûmeta Tirk dibêje HDP baskê sîyasî ya PKK’ê ye, lê HDP wê îdîayê bi tundî red dike.

Hin endamên CHP’ê berî hilbijartinan gotibû ku ewê dengê xwe bidin HDPê ku ew partî bikare bendava hilbijrtinê ya deh ji sedê derbaz bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku HDP di hilbijartinên giştî de nêzî 12 ji sedê deng wergirtibû û 67 kursî qezenc kiribû.

XS
SM
MD
LG