Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Tirk 1 Sal û 3 Meh Cezayê Zindanê li Rojnamevan Sabîha Temîzkan Birî


Sabîha Temîzkan û parêzerê wê Veysel Ok
Sabîha Temîzkan û parêzerê wê Veysel Ok

Dadgeheke Tirk ya li Stenbolê dijî rojnamevan Sabîha Temîzkan 1 sal û 3 meh cezayê zindanê birî.

Di derheqa rojnamevan Temîzkan de jiber parvekirineke ser medya civakî ya sala 2014’an, bi tawana "propagandaya rexistina terore" doz hatibû vekirin.

Biryara rûniştina dawî ya dozê ya dijî rojnamevan Temîzkan do li Stenbolê de hat dîtin.

Temîzkan di rûniştina dozê de tawana dijî xwe red kir.

“Min nûçeyek weşand û ez nafikirim ku bi vê parvekirinê min tawanek kiribe. Ez ne jovan (poşman) im ku min ew nûçe parve kir û ezê parvekirinên nûçeyan bidomînim.”

Piştre, parêzerê Veysel Ok dîyar kir ku Temîzkan rojnamevan e û rojnamevan li ser her bûyeran raporan çêdikin.

“Erka rojnamevanîyê ne dayîna ramanên fermî yên dewletê ye. Eger hun ji parvekirinê nerehet in, hunê wê parve nekin û neşopînin. Lê hûn nikarin vê yekê bikin sedema cezadanê.”

Piştî parastinan, Dadgeha Cezayên Giran ya 35’an ya Stenbolê, bi tawana “propagandaya rêxistina terorê” 1 sal û 3 meh cezayê zindanê li Temîzkan birî û ew cezayê taloq yan kêmtir nekir.

Parêzer Ok piştî biryara dadgehê got ku xeterîya ketina zindanê jibo Temîzkan heye.

“Yek ji girîngîya vê dozê ew e ku dadger jiber ku Temîzkan got ku ‘Ez ne jovan im’ cezayê wê taloq nekir. Û dadgehê bi pirsên xwe xwest ku Temîzkan poşmanîya xwe bîne ziman.”

Ok bi berdewamî jî got ku biryara dijî Temîzkanê hem dijî Dadgeha Qanûna Bingehîn hem jî dijî Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) ye.

Ok got ku ewê dijî biryarê îtîraza xwe pêşkêş bikin.

MEB_23_10_20_Temîzkan_Ceza
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:10 0:00

XS
SM
MD
LG