Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Temelli: Li Rojava Sûcên Navnetewî Tên Kirin


Rêxistina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP’ê) ya Wanê, bi tevlibûna Hevserokê Giştî Sezayî Temellî, Kongreya 2’yan a awarte li dar xist.

Temellî, di kongreyê de derbarê mijarên di rojevê de hin nirxandin kir jibo çareserîya pirsgirêka Kurd, rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan ku li zîndana Îmraliyê tê girtin, wek navnîşan destnîşan kir.

“Ne hiqûq maye ne jî dewleta hiqûqê, heta êdî dewlet jî nemaye. Li her derê zordarî û hovîtî heye. 5 sal berîya niha di navbera 2013 û 2015’an de tevahîya Tirkîyeyê, jibo çareserîyê hêvîyên xurt rû dabûn. Lê mixabin bi şidandina tecrîdê, dîsa Tirkîye kete di nava rewşeke xerab de. Ez jibo destilattaran dibêjim. Êdî pirsgirêka Kurdan, bûye pirsgirêkek navnetewî. Çareserîya vê pirsgirêkê ne li Wasghington û Moskowa ye. Rêya çareserîyê di Îmralî de derbaz dibe.”

Di berdewamîya axaftina xwe de Temellî bi ser rewşa Rojava jî axifî û got ku berpisyarê rewşa aloz a Sûrîyê ku niha tê jîyandin, rêvebirîya AKP’ê ye.

“Ne li tenê Tirkîyê, we bi zulm û zordarîya xwe tevahîya Rojhilata Navîn wêrankir. Ger îro meseleya Sûrîyê wiha lê hatibe, berpirsîya herî mezin ya we ye. Dibêjin emê li wir gundan ava bikin û 4 mîlyon penaberan li wê derê cih bikin. Tu milkê kê dîdî kê. Tu welatê kê parsel dikî. Bi van polîtîkayên guhertina demografîyê sûcên navnetewî tên kirin.”

Piştî axaftina Temellî, hilbijartin pêk hat. Di encama hilbijartinê de Oznur Bartin û Okkeş Kawa wek hevserokên Rêxistina HDP’ê yên Wanê hatin hilbijartin.

Arif Aslan Report Wan 25 10 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:11 0:00


XS
SM
MD
LG