Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrî bi Topan Êrîşî Îdlibê Dikin


Piştî êrîşên esmanî yên Rûsî li Cisr el-Şugur ( Îlon 4, 2018)
Piştî êrîşên esmanî yên Rûsî li Cisr el-Şugur ( Îlon 4, 2018)

Artêşa Sûrî îro bi topan êrîş bir ser Îdlibê ku herêma herî dawî ya bin kontrola serhildayan e.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku mîlîtanan hember operasyoneke artêşa Sûrî, pireke din hilweşandiye.

Medya dewleta Sûrî û SOHR ragihand ku hêzên ser bi hikûmetê şeva Sêşemê û Çarşemê bi ro bi topan êrîş bir ser quncikên başûr û rojavayê Îdlibê.

SOHR û jêderên serhildayan ji Reutersê re got ku Deverên gundewarê Cisr el-Şugur ya rojavayê Îdlibê jî bû armanca serekî ya êrîşên esmanî yên firokên Rûsî.

Hêzên hikûmeta Sûrî bi piştgirîya hevalbendên xwe yên Rûsî û Îranî amadekarîya operasyoneke mezin dike ku Îdlibê bixe bin kontrola xwe.

Firokên Rûsî jî careke din dest bi êrîşên esmanî li ser Îdlibê kirine û wezareta berevanî ya Rûsî îdia dike ku êrîşên wê tenê mîlîtanan dikin armanc, ne cîhê ku gelek sîvîl li wna deran dijîn.

“Êrîşên me tenê avahîyên ku bo depokirina sîlah û bombeyan tên xebitandin û kargehên ku dronên peqînkar têne çêkirin, dikin armanc,” daxuyanîya Rûsî got.

SOHR ragihandibû ku di êrîşên esmanî yên Rûsî de. Zarok ji di nav de, 13 kes hatine kuştin ku hemî jî sîvîl bûn.

XS
SM
MD
LG