Lînkên eksesibilîtî

Heşda Şaabî Çend Gundên Ser Sînorê Sûrîyê ji DAIŞ'ê Distîne


Ajansa Reuters radigihîne ku çekdarên Heşda Şaabî ya Şîa jimareke gundên bakurê bajarokê Baac ya bin kontrola DAIŞ’ê yên ser sînorê Sûrîyê, ji wê rêxistina tundrê rizgar kirin.

Heşda Şaabî di daxuyanîyeke nivîskî de ragihand ku pêşdeçûna hêzên wê li seranser tixubê Sûrîyê mucîzeyeke meha ramazanê ye.

Hêzên Îraqî ji çend mehan vir ve operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê û derdora wê didomînin û Heşda Şaabî jî yek ji hêzên serekî ya wê operasyonê ye.

Tevî ku Heşda Şaabî girêdayî hikûmeta navendî ya Bexda ye, şîretvanên wê yên leşkerî Îranî ne, ku yek ji wan hefteya borî li nêzî Baac hatibû kuştin.

Bi pêşdeçûna Heşda Şaabî fikar ji alîyê hevrikên Serokê Sûrî Beşar Esad zêde dibin ku Îran dikare ji ser vê xeta nû alîkarî bigehîne Şamê, lê beşeke girîng ya herêma hêla Sûrîyê di destê YPG’ê de ye ku ew jî dijî

XS
SM
MD
LG