Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Saadet Hewil Dide ku Koma Xwe ya li Parlamana Tirkîyê ji Dest Bernede


Saadet
Saadet

Partîya Saadetê, ku bi mirina parlamanterê wê Hasan Bîtmez re ji kombûnê derket, jibo koma xwe ya li parlamana Tirkîyê bidomîne danûstandinan dike.

Jêderên medyaya Tirkîyê radigihînin ku Partîya Saadetê jibo parlamanterek derbazî partîyê bibe bi nûnerên Partîya Gel ya Komarî (CHP), Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) û Partîya Demokrat (DP) re danûstandin kiriye.

Nûnerên CHP, DEM Partî û DP dibêjin ku jibo berevanîya hêza muxalefetê divê kombûna Partîya Saadetê bidome û dîyar dikin ku ew dikarin rê bidin parlamanterekî ku derbazî wê partîyê bibe.

Li gor jêderên parlamanê, Partîya Saadetê dîyar kiriye ku jiber xeta sîyasî çêtir e ku ji DP parlamanterek derbazî koma wê bibe.

Serokê DP Gultekîn Uysal û 3 parlamanterên wê partîyê her çiqas bi awayekî erênî li vê fikrê dinêrin jî cîgirên serok bi awayekî tund dijî derbazbûna parlamanterên partîyê ne.

Çaverê ye piştî danûstandinan parlamanterê DP’ê Salîh Uzun derbazî Partîya Saadetê bibe, lê DP ser vê mijarê hîn daxuyanîyeke fermî nedaye.

Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de, Partîya Saadetê ji lîsta CHP’ê ketibû hilbijartinan û bi 10 parlamanterên xwe bi Partîya Siberojê re koma hevbeş ava kiribû.

Jêder: X, Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG