Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Saar: Rêvebirîya Sûrî ya Bin Seroktîya Şeraa Komeke Terorîst ya Cîhadî Ye

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ‘îro Duşemê di civîneke bi karbidestên payebilind yên Ewrupî de, li Brukselê got ku rêvebirîya nû ya Sûrîyê bi seroktîya Ehmed el-Şeraa komeke terorîst ya Îslamî ya cîhadî ye.

Wî ji hevtayayên xwe yên ji 20 dewletên endamên Yekîtîya Ewrupa xwest ku bawerîya rêvebirîya Sûrîyê nekin.

"Her kes dizane ku El-Şeraa kî ye. Ew ne tenê pêkhatên din derve dihêlin, herwiha tolhildanê ji Elewîyan distînin û zararê didin Kurdan. Emê bi pêgirî ewlehîya sînorên xwe biparêzin."

Wezîrê Îsraîlê got ku Sûrîyeyeke aram tenê bi rêya Sûrîyeyeke Federal pêkan ya bi hebûna otonomîyên curbicur û rêzgirtina awayê jîyanê ye curbicur pêkan e.

Saar herwiha got ku Hamas û Cîhada Îslamî ya Filîstînî li Sûrîyê jibo avakirina enîyeke din ya dijî Îsraîlê dixebitin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Saar bîragiştî bi medya civakî tim agahdar dike ku divê mafên Kurdan li Sûrîyê werin parastin û hemî kêmanîyên olî û nîjadî li Sûrîyeya nû bi ewlehî û bê tirs bijîn.

Saar meha borî bi telefonê bi Wezîra Derve ya Herêma Xweser ya Bakurê Sûrîyê Îlham Ahmed re peyîvîbû û her du rêber qala givştinên ser hemwelatîyên Kurd ji alîyê rêvebirîya nû ya Sûrîyê kiribû.

Saar jî ji Ahmed re gotibû ku ew di hemî danûstandinên xwe yên dîplomatîk yên bi hevtayên xwe yên curbicur de tim fikarên Kurdan tîne ziman.

This item is part of
XS
SM
MD
LG