Wezîrî derve yê Îsraîlê roja Yekşemê di hevpeyîvenek taybet de pesna Serokê Amerîkayê Donald trump da û got ku " Trump di meseleya navokî ya Îranê de rêbertîyek xurt nîşan dide".
Serok Trump hevdîtina Saar ya Yekşemê di hesaba xwe ya Truth Social de bê ku şirovekê bike, weşand.
Saar di hevpeyvîneke taybet de bi Greta Van Susteren a Newsmax re got ku Trump bi hevahengîya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re biryar da ku li hember metirsîya navokî ya Îranê gav werin avêtin.
Ev hevpeyvîna wî ya yekem bi dezgeheke medyayê ya Amerîkî re bû ji dema destpêkirina şerê li dijî rejîma Îranê ve.
Wî diyar kir ku agahdarîyên îstixbaratî nîşan didan ku Tehran dixwaze beşên girîng ên bernameya xwe ya navokî veguhezîne cihên pir kûr ên binerdê, ku êdî ji êrişên esmanî biparêzin.
Li gorî Saar, heke ev gav bi ser bikeft baye, êdî ê şert û mercên êrişkirinê gelek dijwartir bin.
“Me fêm kir ku ew dixwazin bernameya xwe ya navokî bibin cihên ku êdî ji êrişên esmanî nehatinê têkbirin,” Saar got “Ji ber vê yekê pêdivî bû ku biryarek were girtin.”
Saar herwiha got ku heke Îran bigihêje çekên navokî, ew ê ji bo herêmê û hevalbendên Amerîkayê metirsîyek mezin çêbike. Li gorî wî, rejîma Îranê niha jî bi rêxistinên çekdar ên wek Hizbullah, Hemas û Hûsîyan re bêaramîyê li herêmê çê dike.