Têkderî (sabotage) bû sedem ku hemî hatûçûya trenê ya li bakurê Almanyayê spêda Şemiyê nêzîkê sê demjimêran raweste, kompaniya trenê yê dewletê Deutsche Bahn (DB) got, bêyî ku eşkere bike ka kî dibe ku berpirsiyar be.
DB got, rayedaran derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin. Wezareta Navxweyî hêşta bersiv nedaye daxwaza şîroveyê.
Ew qutbûn demûdest bû sedema lêdana zengilên hişyarîyê piştî ku NATOyê û Yekîtiya Ewropî meha borî tekezî li ser pêwistîya parastina binesaziya girîng kirî piştî ku wan kiryarên li ser boriyên gazê yên Nord Stream wek "têkderî" bi nav kirî.
Jêderekî ewlehîyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, got: "Em niha nikarin pir tiştan bibêjin, hêşta gelek zû ye." Çavkaniyê got ku lêkolîneke berfireh derbarê bûyerê de dest pê kiriye û gelek sedemên wê hene, ji diziya kabloya bigre, ku niha pir caran dibe, heta êrîşek armanckirî.
DB di daxuyaniyekê de got: "Ji ber kiryarên têkder li ser kabloyên ku ji bo trafîka trenê bingehîn in, Deutsche Bahn neçar ma îro danê spêdê nêzîkî sê demjimêran trafîka trenê ya li bakur rawestîne."
DB berê sedema qutbûna torê wekî pirsgirêkek teknîkî ya ragihandina bêsîmê destnîşan kiribû. Wan herwiha got ku hatûçûya trenê roja Şemiyê piştî nîvro hêşta kêm bû, û hişyariya betalkirin û derengbûna trênan da.
Kovara Der Spîegel ku xwe dispêre çavkaniyên ewlehîyê, ragihand ku kabloyên tora ragihandinê ya DBê li du cihan hatine birîn.
Astengiyan bandor li ser hatûçûya trênê yên di nav eyaletên Saksonyaya Jêrîn û Schlewsig-Holstein û her wiha bajarên eyaletên Bremen û Hamburgê de kir, û bandorek neyînî li hatûçûyên trenê yên navnetewî yên ji bo Danîmarka û Hollandayê jî kir.