Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sacramento di Bûyera Gulebarandinê de Herî Kêm 6 Kuştî û 9 Birîndar Hene


Herêmeke nêzîkî bûye gulebarandinê li Sacramento. California, 3ê Nîsanê 2022
Herêmeke nêzîkî bûye gulebarandinê li Sacramento. California, 3ê Nîsanê 2022

Ajansa AP ragihand ku li bajarê Sacramento gulebarindin pêkahtîye herî kêm 6 kes hatine kuştin û 9 jî birîndar in.

Polîsê bajarê Sacramento di hesaba xwe ya fermî ya twîterê de bangewazî weşandîye û gotiye "Ji kerema xwe nêzî herêma bûyer lê qewimî nebin."

Polîsan di tiwîta xwe da eşkere kirîye ku kolanên 9th St. heta 13th St. di navbera L St. û J St. de digirtîne ji ber ku polîs lêkolînan derbarê gulebarandina pêkhatî didomînin ku gelek qurbanî hene. Polîs dide zanîn ku rewş hêjî ne zelale û dibêje "Hêvîdarin ji herêmê dûr rawestin, gelek polîs li wê herêmê hene karê xwe dikin, tikaye mijarê ji bo gehiştina nûtirîn pêzanînan bişopînin."

Polîsan pêşî gotbû di bûyerê de "çend qurabnî" hene, piştî ku êrîşa gulebarandinê serê sibeya Yekşemê bo sedema peydabûna kaosek mezin li navneda bajêr û ploîs li 8 avahiyên li herêmê belav bûne û lêkolîna derbarê gulebarandinê de dikin.

Polîsan zêdetir agahî nedan û behsa girtina tu kesan jî naht kirin.

Di hin tomarên vîdeoyî de ku di twîterê hatine weşandin xwe ya dibe ku xelk li kolanan direvin û dengê gulebarandinê tê, li cihê bûyerê gelek ambulans û tîmên hewarçûnê hatin dîtin.

Desthilatdaran ragihand ku ev bûyer piştî kuştina 5 kesan ya berî mehekê hat, dema ku li bajarê Sacramento kesekî li kenîsekê 3 zarokên xwe kuştîn û paşî xwe jî kuştbû û kesek in jî di bûyerê de jiyana xwe ji destdabû.

XS
SM
MD
LG