Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyama Îranê Bo Rêberê Tevgera Sedr


Muqtada al-Sadr Rîberê Şîa yê Oldar yê herî bihêz li Îraqê
Muqtada al-Sadr Rîberê Şîa yê Oldar yê herî bihêz li Îraqê

Dema ku Muqteda El Sedr, kesayetiyê oldar û rêberê tevgera Sedr, xwe jibo nivêja girseyî ya Înê amade dikir, partîyên din yên Şîa li Îraqê lez da xwe bo avakirina hikûmetekê, rêberên Îranê jî ditirsin ku rewşa Îraqê tevlihev bibe, peyamek ji Muqteda El Sedr re şandin.

Li gor zanyarîyên Dengê Amerîka peyama Îranê bo rêberê bizava Sedr peyameka hişyarîyê bû ku didin zanîn ku xirabûna rewşa siyasî û ewlehiyê li Îraqê ne di berjewendîya desthilatdarîya Şîan de ye, û Sedr dê berpirs be ji têkçûna rewşê.

Serokê Tevgera Sedr piştî ku peyama Îranê wergirt, duh ji bo Cejna Qurbanê bi awayekî ne rasterast bersiv da Îraniyan û diyar kir ku "Iraq mexdûr û girtîyê gendelî û destwerdanên derve ye."

Hûşyar Ebdullah, endamê berê yê parliyamena Iraqê di wê baweriyê da ye ku îhtîmal heye ku partiyên Şîayî yên di avakirina hikûmetê de bêyî Tevgera Sedriyan li ser wê tektîkê bimîne ya ku li hember aliyên din yên Şîa bikar tîne, wî got, "Du senaryo hene" û wiha dewam kir "Senaryoya yekemîn dihêle ku Sedr hikûmetê ava bike, lê hikûmetek demkurt. Senaryoya duyemîn jî ew e ku her ji bingeh de rê nede ava kirina hikûmetê bi rêya hevpeynanên xwe yên di parlemenê de, ku dibe 15ê mehê ev yek pirtir zelal bibe."

Hûşyar Ebdullah diyar kir ku banga Sedr ya ji bo nivêja Înê sembolek bû, ku berî niha jî bavê wî ew rêya mînbera nivêjê li dij Baasiyan bikar tanî, wî got, "Piştî 15ê vê mehê dibe ku hevsengiya heyî zelaltir bibe, tiştê ku heta niha zelal ewe ku Sedr ji lîstika siyasî derneketîye belkî ji parlemenê ev lîstik veguhestiye kolanan."

Kûrbûna nakokîya di navbera bizava Sedr û Şîayên nêzîkî Îranê de, piştî wê yekê hat, dema ku Sedr nikarbû bû bi serê xwe hikûmetê ava bike, Sedr nih dixwaze kolana Îraqê bikar bîne.

Çavkaniyek siyasî yê agihdar ji peyama Îranê bo Muqtada El Sedr ji Bexda bo Dengê Amerîka diyar kir û got "Naveroka peyama Îranê bo Sedr hişyar kirin bû derbarê aloztirbûna rewşa li Îraqê ku dê ziyanê gehîne asyaîşa niştîmanî ya Îranê û dê bibe sedema derketina şer û pevçûnan di navbera aliyên Şîa de, ku ev yek jî, ji aliyê Îranê ve nayê qebûl kirin."Weke çavkaniyê siyasî ji Bexda radigihîne.

Hûşyr Ebdullah weha dibîne ku Îranê rewşeke duberî û hevrikiyê di nava Şîayan de dirûst kirîye, û dibêje "zextên Îranê bandora xwe heye, lê hawkêşeya siyasî piştî şerê Rûsya li dij Ukrayna bandor li siyaseta Îraqê jî kirîye jiber pêwîstiya cîhanê bi çavkaniyên sotemeniyê, tenê ne Îran lîstikvan e, belkî aliyên navnetewî bi berfirehî kar li ser Îraqê dikin." Herwiha tekez dike ku "Her dema behsa zextên Îranê hat kirin, lîstikvanên herêmî û navnetewî weke temaşevan namînin ew jî dê fişarên xwe bikar bînin."

Niha tê çaverêkirin ku roja Îna li pêşiya me, ku Sedr di nivêja Înê ya komî de, dê yekem bizava xwe ya siyasî encam bide, heta astekê dê duberî û rikeberiya Sedr û aliyên din yên Şîa zelal bibe.

Raporta Kerkuk 10 07 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:51 0:00
XS
SM
MD
LG