Di roja Çarşemê de 6-5-2019 li bajrê Gavle li Siwêdê, agirekî mezin bi studya hunermendê peykersaz Seywan Saedian ket, li kêleka 20 studyên din jî, ku piraniya berhmeên wî wêran bûn.
Di derbarî vê bûyera xemgîn de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi hunermend Seywan Saedian re kir.
Hunermend Seywan, bi xemgînî ji Dengê Amerîka re got ku ager gelek tiştên wî yên taybet û kesayetî bi xwe re wêran kir, ya din jî pirojên ku di nav destê wî de tev de têkçûn, ku ji wan piroja Jinên Şengalê bû, wî wisa got: Qedera piroja min wek qedera jinên Şengalê bû, di nav agir de sûtiya.